Îlham Ebdullah: Armanca me derxistina çeteyên Dîfaa El-Wetenî ji taxa Teyî ye

Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îlham Abdullah diyar kir ku çeteyên Dîfaa El-Wetenî provokasyonên xwe berdewam dike û got: "Armanca me derxista çeteyên Dîfaa El-Wetenî ya ji taxa Teyî ye."

Îlham Ebdullah: Armanca me derxistina çeteyên Dîfaa El-Wetenî  ji taxa Teyî ye
24 nîsan, 2021   14:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî geşedanên dawîn ên li bajarê Qamişlo, nexasim rewşa li taxa Teyî, ji fermandarîn Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îlham Abdullah ji ANHA'yê re axivî.

Îlham Abdullah got: "Êriş şeva sêşema derbasbûyî dest pê kir, piştî ku çeteyên Dîfaa El-Wetenî êrişî bendeke hêzên me li nêzî çerxerêya El-Wehdê kirin. Li ser vê yekê hêzên me bersiva êrişê da û şer derket, şer heta duh êvarî berdewam kir."

Îlham bal kişand ser agirbestê ku duh êvarî hate ragihanndin û got: "Piştî ku hêzên Rûsyayê û nivîsgeha têkiliyan destwerdan kir, ji bo deh saetan agirbest hate ragihandin, lê çeteyên Dîfaa El-Wetenî peyman bin pê kir û nuqteyeke me ya li taxa Hilko kir armanc."

Fermandar Îlham Abdullah diyar kir ku armanca wan wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn parastina sivîlan û herêmên xwe ji êrişan e û misogerkirina aramiyê ye û destnîşan kir ku çeteyên Dîfaa El-Wetenî vê aramiyê têk dibin.

Îlham Abdullah diyar kir ku çeteyên Dîfaa El-Wetenî provokasyon û êrişên xwe didomînin û got: "Em hewl didin wan bi temamî ji taxê derxin. Em wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn parastina herêmên xwe ji êrişên ku ewlehiya herêmên me dike armanc, berdewam bikin."

(eh)

ANHA