Li Minbicê dewreyeke din a Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû

Akademiya Şehîd Şeiban Mihemed Yûsif a Hêzên Ewlekariya ‎Hundirîn a bajarê Minbicê bi marasîmekê dewreyeke ‎perwerdeyê ya nû bi dawî kir.‎

Li Minbicê dewreyeke din a Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû
Li Minbicê dewreyeke din a Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû
Li Minbicê dewreyeke din a Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû
Li Minbicê dewreyeke din a Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû
Li Minbicê dewreyeke din a Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû
Li Minbicê dewreyeke din a Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû
Li Minbicê dewreyeke din a Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû
24 nîsan, 2021   15:13
MINBIC

Bi dehan şêniyên Minbicê, endamên saziyan û komîteyên ‎girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê beşdarî merasîma bidawîkirina dewreyê bûn.

Dewreya perwerdeyê beriya 45 rojan bi beşdarûbna 55 endaman bi navê "Dewreya Şehîd Eşref Seîd Hîlal" hatibû vekirin.

/ar/uploads/files/2021/04/24/133754_abdw-mstfa.webp

Merasîm bi deqeyeke rêzigirtinê dest pê kir, piştre Hevserokê Komîteyê Hundirîn Ebdo ‎Mistefa axivî û bidawîkirina perwerdê li endaman pîroz kir.‎

Ebdo Mistefa spasiya rola ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn di parastina ewlehiya bajêr de didin, kir û ew bi qehremên ku pê serê xwe radikin wesif kir.

/ar/uploads/files/2021/04/24/133708_raed-alahmd.webp

Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Raid El-Ehmed bi navê ‎Hêzên Ewlekariya Hundirîn axivî û got: "Beriya her tiştî em ‎tevahî şehîdên ku di oxira rizgariya welat de xwe feda kirine bi bîr ‎tînin û em ê armancên wan pêk bînin û xeta wan bişopînin".‎

Piştre endaman sonda leşkerî xwar û nasnemeya derçûnê ‎wergirtin.‎

‏(dm)

ANHA