Desteya Hundirîn: Daxuyaniyên hin partî û kesayetan rastiyan berovajî dikin

Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a Herêma Cizîrê got: "Daxuyaniyên ku hin partî û kesayetên siyasî didin, rastiyan berovajî dikin da ku fitneyên di navbera pêkhateyên herêmê de biafirînin."

Desteya Hundirîn: Daxuyaniyên hin partî û kesayetan rastiyan berovajî dikin
24 nîsan, 2021   14:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê li ser mijarê daxuyaniyekê ji raya giştî re parve kir.

Daxuyanî wiha ye:

Ji destpêka şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û damezirandina Rêveberiya Xweser ve û heta niha rejîma Sûriyê bi rêya milîsên xwe yên Dîfaa El-Wetenî hewl dide bi binpêkirin û derxistina pirsgirêkan aramî û ewlehiya herêmên me têk bibin. Ya herî dawî di êvara roja Şemiyê 20'ê Nîsana 2021'î de bû, ku çekdarên wê êrişî bendeke kontrolê yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li bajarê Qamişloyê kirin. Di encama vê êrişê de endamekî hêzên me şehîd bû.

Li ser vê yekî pêwîst bû ku hêzên me bersvia navendên jêdera êrişê bidin. Li ser vê yekê şer derket, van milîlsan sivîl wekî mertalên zindî bi kar diaîn da ku fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxistin, lê Hêzên Ewlekariya Hundirîn rê ji welatiyan re vekir da ku derbasî herêmên ewle yên di bin kontrola me de bibin, ji ber ku hêzên me bêyî ferq û cûdabûn  ewlehiya tevahî welatiyan diparêze. Bi berfirehbûna qada şer, aliyê Rûs destwerdan kir da ku mekanîzmeyeke ji bo agirbestê û gihaştina çareseriyê bibîne.

Di encama vê navbeynkariya Rûsyayê de, agirbest hate ragihand. Milîsên Dîfaa El-Wetenî agirbest bin pê kir, li gel wê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gorî agirbestê tevgeriyan.

Li serê vê rewşê, hin partî û kesayetên siyasî daxuyanî da û ev bûyer bi rêbazekî şermok wesifand, rastî berovaj kirin û veşartin, hewl dan bi vê yekê fitneyê di navbera pêkhateyên gelê me de biafirînin. Qetilkirina rûspî Hayis El-Ciryan nîşaneya asta komployên ku hemû aliyên dijîberî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêk tînin, ye. Rastiya rewşa ku niha rû dide bidawîkirina çavkaniya alozî û fitneyê ye, her wiha bidawîkirina ewlehî û aramiya tevahî pêkhateyan e.

Em wekî Desteya Hundirîn ji ber hin daxuaniyên şermok ên ku naghêjin rihê berpirsyariya ku dikeve ser milê hemûyan bi taybet di vê pêvajoya hestiyar û dîrokî de, mixabiniya xwe nîşan didin. Em ji raya giştî re teqez diin ku em erka xwe ya parastina tevahî pêkhateyên herêmê û pêkanîna ewlehî û aramiyê ya li ser bingehê jiyana hevbeş û biratiya gelan bi cih tînin."

ANHA