Ciwanan li hemberî êrişên dagirkeriyê seferberî ragihand

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk seferberîyê îlan dikin got: " Ciwanên Rojava dê di her qadê de li dijî van êrişan derkeve û li her qadê Kurdistanê de li gel gerîlayan bi awayekî aktif cihê xwe bigre."

Ciwanan li hemberî êrişên dagirkeriyê seferberî ragihand
24 nîsan, 2021   14:11
NAVENDA NÛÇEYAN

 Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Zap, Metîna û Avaşînê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Êrişên ku li hember gerîla yên li Zap, Avaşîn û Metînayê pêk tên li ser tunekirina me ye. Ji ber vê divê her ciwan demildest rabe li ser piya û li Zap, Avaşîn û Metîna şerkirinê ji bo xwe wek erkekê însanî bibîne."

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker piştê ewqas têkçûyînên xwe yên hember gerîlayan bes nedît, niha jî bi êrişeke dagirkeriyê dixwaze armancên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne. Destana Garê hemû planên îktîdara faşist a AKP-MHP’ê tev li hev kir. Piştî binkeftina xwe ya Garê dewleta Tirk a faşîst demeke dirêj bû ku ji bo êrişeke li ser gelê Kurd û gerîlayan xwe amade dikir. Diyar bû ku ev amadekarî bi desteka navneteweyî dihat plankirin. Êrişên bi destê çeteyên rejîma Baas'ê yên li Qamişloyê pêk dihatin jî perçeyekî vê konseptê bûn. Dewleta faşîst a Tirk derveyê piştgiriya navneteweyî di tu parçeyekî Kurdistanê de nikare bi tena serê xwe êrişekê pêk bîne. Ji ber vê şerê gelê Kurd ne tenê li dijî dewleta Tirk, di heman demê de li dijî hêzên navneteweyî û teknîka wan e jî.

 

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo pêşiya hilweşandina xwe bigre û binkeftina xwe ya li Garê veşêre dixwaze êriş û qetlîama li ser gelê Kurd û gerîla pêk bîne. Lê ev planên wan ên qirêj dê pêk neyên. Ji ber ku gerîla û ciwanên Kurd ji her demê zêdetir amade ye.

 

Herî dawî duh êvarî dewleta faşist li ser Zap, Metîna û Avaşînê êrişên xwe yên dagirkeriyê da destpêkirin. Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li dijî vê dagirkerî û êrişên dewleta faşîst seferberîyê îlan dikin û diyar dikin ku ciwanên Rojava dê di her qadê de li dijî van êrişan derkeve û li her qadê Kurdistanê de li gel gerîlayan bi awayekî aktif cihê xwe bigre.
Gerîla xeta ciwanan a sor e. Ji ber ku hebûna gelê Kurd girêdayê hebûna gerila ye. Gerîla hêza parastina cewhera gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn e. Ji ber vê îro êrişên ku li hember gerila pêk tên bi esasê xwe li ser tunekirina gele Kurd û gelên Rojhilata Navîn in.

Li ser vê êsasê bangawaziya me ji bo hemû ciwan û jinên ciwan ev e:

 

Êrişên ku li hember gerîla yên li Zap, Avaşîn û Metînayê pêk tên li ser tunekirina me ye. Ji ber vê divê her ciwan demildest rabe li ser piya û li Zap, Avaşîn û Metîna şerkirinê ji bo xwe wek erkekê însanî bibîne.
Divê dewleta faşist baş bizanîbe ku êdî Kurd ne kurdê berê ne. Ciwan jî ne ciwanên berê ne. Ciwanên ku li ser fikira Rêber APO xwe bi rêxistin dikin dê berxwedaneke bê hempa bersiv bide êrişên dagirkeriyê. Bi vê rihê helwesta me ya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan dê heta dawî berxwedan be. Da ku wek Garê destaneke nû were nivîsandin û em jî di nava vê destanê de cihên xwe bigrin.

 

Bijî Berxwedana Zap, Avaşîn, Metîna
Bijî berxwedana gerîla
Bijî Serok APO."