Li Şedadê alîkarî li malbatên xizan hatin belavkirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya meclisa navçeya Şedadê û bi rêya 16 komînan 450 pakêtên xwarinê li malbatên xizan belav kirin.

Li Şedadê alîkarî li malbatên xizan hatin belavkirin
24 nîsan, 2021   14:11
HESEKÊ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya meclisa navçe û komînên Şedadê 450 pakêtên xwarinê li malbatên xizan û yên ku herî zêde zirar ji ber birayara qedexeya derketina derve dîtine, belav kirin.

Endamê Komîteya Belavkirinê ê Meclisa Navçeya Şedadê Mihemed El-Salih got: "Me dest bi belavkirina pakêtên xwarinê yên ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatine pêşkêşkirin li malbatên ku herî zêde zirar ji biryara qedexeya derketina derve dîtine, kir."

El-Salih bal kişand ser rêbazên belavkirinê û teqez kir ku bi rêya komînên taxan lîsteya navên malbatan girtin, her wiha li gorî wan lîsteyan alîkariya malbatan hate kirin.  

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/oTGt6y-9Aig" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>