KNK’ê di dijî êrişên li ser Metîna, Zap û Avaşînê bang kir

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li hemberî êrişên ku dewleta Tirk dagirker li dijî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê dest pê kiriye, banga berxwedanê kir û diyar kir ku divê gelê Kurd û dostên wan li hemberî van êrîşên dagirker dengê xwe bilind bikin.

KNK’ê di dijî êrişên li ser Metîna, Zap û Avaşînê bang kir
24 nîsan, 2021   13:05
NAVENDA NÛÇEYAN 

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî êrişên ku dewleta Tirk dagirker li dijî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê dest pê kiriye daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya KNK'ê wiha ye:

“Artêşa dewleta Tirk a dagirker di 24’ê Nîsana 2021’an de bi tevlêbûna hêzên hewayî û bejahî li dijî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê operasyoneke dagirker daye destpêkirin.

Em dixwazin bidin diyarkirin ku dewleta Tirk di rojeke taybet de ev operasyona dagirker daye destpêkirin. Ev roja qetlîam û qirkirina li ser gelê Ermen e. Peyam û meqseda dewleta Tirk a dagirker ji vê operasyonê jî qirkirina gelê Kurd e. Dewleta Tirk bi vê mebestê dest bi operasyonê kiriye û dixwaze vê peyamê bide gelê Kurd.

Em Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bang li gelê Kurd û Kurdistanê dikin ku, li ku derê dibin bila bibin, divê li hemberî vê operasyona dagirker nerazîbûna xwe bidin nîşandan. Divê gelê Kurd bêdeng nemîne û li hemberî vê operasyona dagirker refleksa welatparêziyê bide nîşandan. Em bang li NY, Yekîtiya Ewropa û NATO û saziyên navneteweyî dikin ku bila demildest têkevin nav hewldanan û vê qetlîama li ser gelê Kurd bidin sekinandin.

Roj roja berxwedanê ye, roj roja parastina rûmeta gelê Kurd e. Divê her kes li rûmet û erka xwe ya welatparêziyê derkeve.”