Li Avaşînê gerîlayan derbeyên giran li artêşa Tirk xistin

​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker duh di saetên şevê de bi helîkopterên Kobra devera Mamreşo ya Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê bi dijwarî bombe kirin. Piştre jî helîkopterên Skorsky di nîva şevê de leşker danî girê Mamreşo.

Li Avaşînê gerîlayan derbeyên giran li artêşa Tirk xistin
24 nîsan, 2021   05:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ANF`ê, li ser bersivdayîna gerîlayên HPG/YJA Starê şer bi dijwarî qewimî. Gerîlayan derbên giran li dagirkeran dan.

Artêşa Tirk a dagirker ku windahiyên mezin dan, bi balafirên şer qad bi dijwarî bombe kir. Şer dewam dike.

Artêşa Tirk a dagirker duh di saetên şevê de li Metînayê jî dest bi êrişên dagirkeriyê kiribû û rastî berxwedana gerîla hatibûn. Gerîlayan derbên giran  li wan dabûn.