​​​​​​​Baxçeyên malan çavkaniya pêwîstiyên malbatan in

Di demekê de ku buhayê kel û pelan li bazaran bilind e, baxçeyên biçûk ên li malan têne çandin, pêwîstiyên malbatan ji sebzeyan peyda dikin û barên wan jî sivik dikin.

​​​​​​​Baxçeyên malan çavkaniya pêwîstiyên malbatan in
​​​​​​​Baxçeyên malan çavkaniya pêwîstiyên malbatan in
​​​​​​​Baxçeyên malan çavkaniya pêwîstiyên malbatan in
​​​​​​​Baxçeyên malan çavkaniya pêwîstiyên malbatan in
​​​​​​​Baxçeyên malan çavkaniya pêwîstiyên malbatan in
​​​​​​​Baxçeyên malan çavkaniya pêwîstiyên malbatan in
​​​​​​​Baxçeyên malan çavkaniya pêwîstiyên malbatan in
24 nîsan, 2021   06:06
MINBIC-SELWA EBDUREHMAN

Çandinî ji hêmanên bingehîn ên jiyanê ye. Tişta herî zêde ku jin berê xwe didinê, çandinî ye û ji aliyekî din ve jî hewcedariyên malbata xwe yên rojane pê dabîn dikin.

Fatime Welo (55) ji Minbicê ye û debara xwe bi çandiniyê dike. Ji beriya 25 salan ve li baxçeyê mala xwe ya ku rûbera wê 100 metre ye sebzeyan diçîne. Fatime li baxçe gelek cureyên sebzeyên havînê û zivistanê çandine, jê baqil, sîr, pîvaz, bexdenûs, perpar, firingî, bacanên reş, kundir, xiyar û îsot.

Her wiha Fatime hin cureyên daran jî çandine; mîna xurme, mişmiş û hejîr.

Fatime der barê mijarê de diyar kir ku ew dixwaze sûdê ji sebzeyên xwe bigire, ji ber sebzeyên wê paqij in û bi ava paqij têne avdan. Pê rêgeza xwetêrkirinê peyda dike û sebzeyan ji bazarê nakire.

Baxçeyê Fatime Welo bi cureyên kulîlkan jî xemilandî ye, jê gulên cûrî ku rîçal û ava gulan çêdike. Destpêkê pelên gulan jê dike, şekir lê direşîne, piştre diguvêşe û ava wê vedixwe.

Fatime ne bi tena xwe sûdê ji sebzeyên baxçeyê xwe digire, lê belê li cîran û xizmên xwe jî belav dike. Fatime têkildarî çandiniyê dibêje: “Çandinî xêr û bereket e. Di vê meha pîroz de ku buhayê kel û pelan bilind e, em pêwîstiyên xwe yên bingehîn ji baxçeyên dabîn dikin.”

Weke çand, Fatime gelek cureyên xwarinê ji bo demsaleke din hiltîne. Ji bo wê mûnê anku qûtê malê ji baxçeyê xwe peyda dike, weke zuhakirina pûng, sîr û pîvaz.

Di dawiyê de Fatme Welo bang li jinan, nexasim jinên Minbicê kir ku di çandiniyê de bixebitin, ji ber ku aliyekî girîng ê jiyanê ye û zehmetiyên debarê sivik dike.

(eh)

ANHA