Ji mezintîrîn qirkirinan: Xwe di bin cenazeyê dayika xwe de veşart

Beriya 106 salan Bersom Beşîr xwe di bin cenazeyê dayika xwe de veşartiya da ku ji qirkirinê bifilite. Kurê Bersom Beşîr niha li pey tola komkujiyê û naskirina heqîqeta wê ye.

Ji mezintîrîn qirkirinan: Xwe di bin cenazeyê dayika xwe de veşart
24 nîsan, 2021   06:15
QAMIŞLO – CÎHAN BÎLGÎN

Dewleta Osmanî di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de li Tirkiye û Kurdistanê di navbera salên 1915 û 1918’an de komkujî li ser pêkhateyên Ermen, êzidî û Suryan pêk anîn. Di vê komkujiyê de milyon û nîv Ermen û 500 hezar Suryan hatin qetilkirin û bi sed hezaran Ermen jî bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin koçberkirin.

Pêkhateyên Ermen 24’ê Nîsanê wek Roja Qirkirina Ermenan qebûl dikin. Heta beriya sala 2019`an jî gelek dewletan ew bûyerên qirkirinê wek “komkujî” qebûl nedikir. Her wiha bi sedan komkujiyên Osmaniyan hene ku nehatine nasîn.

Ermen û Suryanên ku ji qirkirinê filitîn, xwe spart axa Rojavayê Kurdistanê. Yek ji wan kesên ku ji qirkirinê bi tesadûfî filitiye jî, ji pêkhateyê Suryan Bersom Beşîr bû. Beşîr dema qirkirinê hîn 5 salî bûye ku dayik, bav, 6 bira û xwişka wî di qirkirinê de hatin qetilkirin. Di temenê xwe yê biçûk de wekî gelek zarokên Ermen, êzidî û Kurd bû şahidê qetlîamê.

Bersom Beşîr di komkujiyê de ji tirsê xwe di bin laşê dayika xwe de vedişêrê û wisa difilite. Sala 1920’an ji bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê koçberî bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê dibe. Beşîr li Rojava bi jineke Ermen re ku ew jî di encama qirkirinê de ji bajarê Amedê koçber bûye, dizewice. Bersom Beşîr ji zarokên xwe re heya dawiya temenê xwe behsa qirkirinê dike, tenê hêvî dike ku tu kes careke din qirkirineke wiha nebîne.

BI ÇÎROKÊN QIRKIRINÊ MEZIN BÛ

Kurê Bersom Beşîr, Botos Beşîr (64) ku li ser çîrokên bavê xwe yên qirkirinê mezin bûye. Ji bo ku neyê jibîrkirin û armanca dagirkeran pêk neyê, bi zimanê xwe yê dayikê bi 8 zarokên xwe re diaxive. Bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re fêrî zimanê erebî û kurdî dibe. Botos Beşîr her wiha piştî ku felsefeya rêber Abdullah Ocalan a neteweya demokratîk nas dike, dibe hevserokê komîna Suryanan.

‘HEMAN QIRKIRIN HATE SERÊ ME JÎ’

Botos Beşîr der barê salvegera Komkujiya Ermenan de dibêje: “Xwestin tune bikin, lê bi ser neketin. Me xwe li Qamişloyê dîtiye lê em jî xwediyê welat in. Bavê min gelekî behsa welat dikir. Bi hesrata dîtina wî bû ku ji bo min bûye hesreteke mezin. Malbata min gelek zext dîtin. Bavê min her ji min re digot me ferman dîtiye, xwedê bike hûn nebînin. Tiştê ku bavê min dît, min jî di êrişên li ser Serêkaniyê de dît. Ev Erdoganê bêexlaq, bêyî ku bibejê ev Kurd e, Ermen e, Ereb e yan jî Sûryan e, yekser qetil kirin. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heman qirkirin bi rengekî din pêk hat. Ev saziyên ku dibêjin ku ew mafên mirovan diparêzin, ew jî hevkar in.”

‘DIVÊ HER KES VÊ KOMKUJIYÊ NAS BIKE’

Beşîr têkildarî naskirina Komkujiya Ermenan ji aliyê cîhanê ve, anî ziman ku divê yekser ev heqîqet bê dîtin û got: “Nasîna qirkirinê jî encama berxwedana me ye. Ne tenê Ermen, lê gelê Suryan jî di fermanê de hatin qetilkirin. Divê vê jî ji bîr nekin. Heya em sax bin jî em ê nasîna komkujiyên dewleta Tirk daxwaz bikin. Li ber çavên hemû dewletan em hîn tên qirkirin. Lê em ji pêşiyên xwe ferî berxwedanê bûn ku em ê jî li ber xwe bidin.”

ANHA