Li Babê mayînek bi maşîneyeke artêşa Tirk ve teqiya

Li bajarê Babê yê dagirkirî, mayînek bi maşîneyeke leşkerên artêşa Tirk a dagirker ve teqiya. Tê gotin ku birîndar hene.

Li Babê mayînek bi maşîneyeke artêşa Tirk ve teqiya
23 nîsan, 2021   20:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) li gundewarê rojhilatê Helebê teqînek li nêzî kampa çeteyên "Ehrar El-Şerqiyê" a li ser rêya Raî pêk hat.

SOHR ragihand ku teqîn hemwextî derbasbûna kamyoneke leşkerên Tirk çêbû û di encamê de hejmarek endamên alîgirên dewleta Tirk birîndar bûn, her wiha maşîneya leşkerên Tirk rûxiya.

SOHR got, piştî teqînê dengê guleyan ji cihê teqînê hate bihîstin.

(eh)

ANHA