Ji bo şehîd Zinar Efrîn konê sersaxiyê li Hecînê hate vegirtin

Li bajarokê Hecînê ji bo şêwirmendê Rêveberiya Xweser ê xeta Rojhilat a herêma Dêrazorê û endamê Partiya Sûriya Pêşerojê şehîd Zinar Efrîn konê sersaxiyê hat vegirtin.

Ji bo şehîd Zinar Efrîn konê sersaxiyê li Hecînê hate vegirtin
23 nîsan, 2021   18:58
DÊRAZOR

Meclisa Gundewarê Rojhilatê Dêrazorê ji bo şêwirmendê Rêveberiya Xweser ê xeta Rojhilat a herêma Dêrazorê û endamê Partiya Sûriya Pêşerojê şehîd Zinar Efrîn konê sersaxiyê li bajarokê Hecînê vegirt.

Konê sersaxiyê li pêşiya avahiya Gerînendeyê Çandiniyê ya li naverasta Hecînê hatiye vegirtin. Tê payîn ku sersaxî dê 3 rojan dewam bike û şênî tedbîrên xweparastina ji vîrusa Koronayê bigirin.

Îro bi dehan şêniyên Dêrazorê bi hemû pêkhateyên xwe, tevî endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, hêzên leşkerî, şêx û rûspiyên eşîran herikîn bin konê sersaxiyê.

Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîd Zinar Efrîn, alên Meclisa Malbatên Şehîdan û Partiya Sûriya Pêşerojê hatiye xemilandin.

Di merasîmê de gelek kes axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan û tevahiya gelê herêmê re xwest. Her wiha soza şopandina xeta şehîdan da.

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser ê xeta Rojhilat a herêma Dêrazorê û endamê Partiya Sûriya Pêşerojê Zinar Efrîn di 16`ê Nîsanê de li ser rêya Xurafî ya navbera bajarê Hesekê û Dêrazorê di encama êrişa şaneyên çeteyan de şehîd bûbû.

(eh)

 ANHA 

/ar/uploads/files/2021/04/23/181233_dsc_2161.webp