Artêşa Tirk a dagirker girên Derarê û Koordîne yên Metîna bombebaran dike

Balarirên şer ên artêşa Tirk a dagirker girê Derarê û Koordîne yên devera Zendûra ya Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran dikin.

Artêşa Tirk a dagirker girên Derarê û Koordîne yên Metîna bombebaran dike
23 nîsan, 2021   20:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ANF'ê ku agahiyên ji çavkaniyên xwecihî girtin, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ji saet 20:00’ê şevê ve girên Derarê û Koordîne yên devera Zendûra yên Metîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran dikin.

Cihê ku artêşa Tirk bombebaran dike, li ser sînor e û weke xeta Qeşûra tê zanîn.

Li gorî heman çavkanian, piştî bombebarana balafirên şer û şûnde helîkopterên bi tîpa Kobra qadê bombebaran dikin. Li herêmê tevgera gelek balafirên Skorsky heye, ji qereqolên derdor û sînor jî bi obus û hewanan êriş tê kirin.

Êrişa ji qereqolên derdor û helîkopteran bi dijwarî didome.