​​​​​​​Çeteyên Dîfaa El-Wetenî agirbest bin pê kir û careke din êriş dikin

Piştî çend saetan ji ragihandina agirbestê, çeteyên Dîfaa El-Wetenî agirbest bin pê kir û êrişî nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li taxa Hilkoyê dikin.

​​​​​​​Çeteyên Dîfaa El-Wetenî agirbest bin pê kir û careke din êriş dikin
23 nîsan, 2021   18:42
QAMIŞLO

Piştî çend saetan ji biryara agirbestê ya ku bi navbeynkariya QSD û polîsên leşkerî yê Rûsyayê hate ragihandin, çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê êrişî nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li taxa Hilko ya başûrê bajarê Qamişloyê dikin.

Çeteyên Dîfaa El-Wetenî çekên navîn û topên RBG bi kar tînin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva êrişan nedane.

ANHA