Îsraîl Washingtonê agahdar dike ku ew lihevkirina nukleerî ya bi Îranê re red dike

Rêveberiya Îsraîlê perspektîf dan serokên saziyên ewlehiyê yên ku dê hefteya bê biçin Washingtonê ku Îsraîl lihevkirina nukleerî ya bi Îranê re red dike.

Îsraîl Washingtonê agahdar dike ku ew lihevkirina nukleerî ya bi Îranê re red dike
23 nîsan, 2021   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Weşanê ya Îsraîlê (Mekan) ragihand ku rêveberiya siyasî perspektîf dane rayedarên ewlehiyê yên ku dê biçin Washingtonê ku Îsraîl lihevkirina nukleerî ya bi Îranê re, red dike.

Çavkaniyekî siyasî got serokwezîrên Îsraîlê Benjamin Netanyahu di civîna duh de teqez kir ku welatê wî di lihevkirina nukleerî de ne pabend e û tenê dilsozê berjewendiyên xwe yên ewlehiyê ye û dê li gorî vê tenê kar bike û azadiya xebatên xwe biparêze.

Tê payîn ku hefteya bê serokerkanê Îsraîlê, serokê MOSAD’ê û serokê Meclisa Ewlehiyê bi hempîşeyên xwe yên amerîkî re li Washingtonê li hev bicivin da ku dan û standinên Viyanayê yên têkildarî lihevkirina nukleerî ya Îranê nîqaş bikin.

(şx)