ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-04-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-04-2021
22 nîsan, 2021   23:00

-Rêxistinên ku soza berfirehkirina kampa koçberan a Girê Spî dane hîna sozên xwe bi cih nayîne û rewşa mirovî ya 600 malbatên koçber paşguh dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Koçberên Efrînê got, êrişên dewleta Tirk a dagirker îradeya wan naşkîne û diyar kirku li hemberî hemû êrişên ew  li ber xwe didin heta ku vegerîn Efrînê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Têkoşîna ku şehîd Gurbetelî Ersoz di qada rojnamegeriya kurdî de dabû destpêkirin, rojnamgerên jin bi pênûs û enerjiya xwe dişopînin û dengê bi mîlyonan jin dighînin raya giştî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hikmet Hebîb bang li Rûsya û hikumeta Şamê kir ku êriş û kiryarên milîsên Dîfaa El-Wetenî rawestînin û bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku ji hewldanên derxistina fîtneyan hişyar bin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Eyşe Hiso diyar  kir ku êrişa li dijî "Mala rêbertî" êrişa li dijî nixên jina azad û mîrateya fikirê rêber Ocalan e. Eyşe Hiso got: "Armanca sereke ji vê êrişê têkbirina rêgezên mirovahî û welatparêziyê yên ku gel ji xwe re bingeh girtine." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Di çend hefteyên borî de nîşaneyên lidarketina şerê sar ê nû di navbera Rûsya û DYA’yê de zêde bûn û her du aliyan hev tawanbar kir û diplomat dersînor kirin. Ev şer bi sewqiyetên mezin ên li ser sînorê Ukraynayê gurtir bû, gelo ev yek ber bi ku ve ye?Bandorên wê li ser şerên li Rojhilata Navîn çi ne? (BI WÊNE).

CIVAK Û HEYAT

-Ji ber kêmkirina rêjeya ava çemê Firatê ku reha jiyanê ya herêmê ye, cotkarên Reqayê ji çandiniyê havînî, bi taybet pembo bi fikar in. Cotkar bang li rêxistinên civaka navneteweyî û Konseya Ewlekariyê dikin ku dawî li binpêkirinên Tirkiyê bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Gerînendeya Avê ya Hesekê bi hevkariya Rêxistina Firatê amadekirina stasyona avê ya Elwa ya li başûrê Şedadê bi dawî kir û ji bo amadekirina stasyon û xetên nû dixebitin da ku avê bighînin Hesekê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA