Li taxa Teyî ya Qamişloyê şer didome, hêzên ewlekariyê bersiva êrişan didin

Li taxa Teyî ya Qamişloyê şer didome. Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva êrişên çeteyên Dîfaa El-Wetenî didin.

Li taxa Teyî ya Qamişloyê şer didome, hêzên ewlekariyê bersiva êrişan didin
23 nîsan, 2021   09:49
QAMIŞLO

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji qadê ragihandine, şer li derdora dibistanên Ebas Elawî û Ibn Sîna ya naverasta taxê û li aliyê rojava yê taxê didome.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, bersiva êrişên çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê didin.

Her wiha sekvanên çeteyan ku di avahiyên bilind de xwe bi cih kirine, sivîlên di kolana Kornîş û taxê de, dikin hedef.

(kc)

ANHA