600 malbat li benda firehkirina kampa Girê Spî ne

Rêxistinên ku sozên xebatên firehkirina kampa Girê Spî dabûn, sozên xwe bi cih naynin û rewşa mirovî ya 600 malbatên ku bi darê zorê koçber bûne, paşguh dikin.

600 malbat li benda firehkirina kampa Girê Spî ne
23 nîsan, 2021   09:26
EYN ÎSA

Rêveberiya Kampa Girê Spî di Cotmeha par de qonaxa sêyemîn a firehkirina kampê dabû destpêkirin da ku 600 malbatên ji kantona Girê Spî yên ku ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker ji warên xwe koçber bûne, pêşwazî bike. Artêşa  Tirk a dagirker 9`ê Cotmeha 2019`an êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin.

Rêveberiya kampê ji ber derfetên kêm neçar ma ku bi hin rêxistinan re ku li kampê dixebitin, peymanan îmze bike da ku di xebata firehkirina kampê de alîkariyê bidinê. Rêveberiya kampê karên firehkirinê, reşandina xîzê, çêkirina konan û gihandina kehrebeyê pêk tîne û rêxistin jî xebatên kanalîzasyon û hwd dikin.

Rêveberiya kampê ji ber pirbûna koçberên ku berê xwe didin kampê, li gel tengasiya rewşa debarê gelek xebatên berfirehkirinê yên qonaxa sêyemîn pêk anîn.

Ji beriya 200 rojî ve rêxistinên ku tev li xebata firehkirinê bûbûn, karên xwe paş dixin û her ji demekê bi bihaneya nûkirina peymanê û pêkanîna lêkolînan, kar radiwestînin.

Heta niha hin malbatên koçber ên ku navên xwe li gel rêveberiya kampê qeyd kirine, hîna nehatine pêşwazîkirin. Rêveberiya kampê têkildarî vê yekê got rêxistinan ew agahdar kir ku pêşwazîkirina malbatan heta nîvê meha bê were paşxistin, heta ku korteke kanalîzasyonê were kolandin. 

Li gorî vê yekê divê 600 malbatên ku ji beriya 7 mehan ve navên xwe li gel rêveberiya kampê tomar kirine,  meheke din bisekinin heta ku rewşa kortê çareser bibe.

Diviyabû ku karên firehkirinê ku Cotmeha par dest pê kiribû, di mehekê de bi dawî bibûna.

Kampa koçberan a Girê Spî di 22`yê Mijdara 2019'an de nêzî gundê Til Semin ê bakurê Reqayê hate avakirin. Di kampê de 725 malbat hene ku hejmara wan gihaşt 3 hezar û 530’î.

Firehkirina kampê li gorî qonaxa sêyemîn ji parçeyekî erd ku 70 donim e pêk tê û dabeşî 23 aliyan bûye. Ev beş ji bo pêşwaziya 600  malbatên koçber hatiye veqetandin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di qonaxa sêyemîn a firehkirina kampê de, wekî gava yekemên 650 kon pêşkêş kiribûn.

(eh)

ANHA