Rûsya hêzên xwe ji sînorê Ukraynayê vedikişîne

Piştî çend rojan ji gengeşiya di navbera Rûsya û welatên rojavayî de piştî ku Rûsyayê hêzên xwe li ser sînorê Ukraynayê kom kiribûn, vê care Rûsyayê dest bi vekişandina bi hezaran leşkerên xwe ji ser sînor kir.

Rûsya hêzên xwe ji sînorê Ukraynayê vedikişîne
23 nîsan, 2021   09:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûsyayê daxuyand ku dest bi vekişandina leşkeran ji sînorên Ukraynayê kiriye.

Li gorî ajansa Ria Novosty, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê detayên vekişîna ku tê payîn di 1`ê Gulanê de temam bibe, ranegihandin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky hemleya Rûsyayê bi erênî nirxand. Li gorî ajansa Bloomberg a amerîkî rayedarên amerîkî yên ku ji Rûsyayê gelek caran xwestiye hêzên xwe vekişîne, li benda teqezkirina pêkanîna vekişînê ne.

(şx)