Li Qamişloyê şer didome

Şerê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û çeteyên Dîfaa El-Wetenî de didome. Piştî ku çeteyan agirbest binpê kiribû, şer ji nû ve dest pê kiribû.

Li Qamişloyê şer didome
23 nîsan, 2021   06:46
QAMIŞLO

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji qadê ragihandine, şer di hundirê taxa Teyî de û li derdora Dibistana Hilko ya aliyê başûrê Qamişloyê, didome.

Her wiha çeteyên Dîfaa El-Wetenî li her du herêmên ku şer lê rû dide, sekvanên xwe di avahiyên bilind de bi cih kirine û bi awayekî yekser çerxerêya El-Wehde û kolana Kornîş dikin hedef.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku yek ji rûspiyên êla Benî Seba Hayis El-Ciriyan piştî civîna bi çeteyên Dîfaa El-Wetenî re yên girêdayî hikumeta Şamê, hat hedefgirtin. Civîn bi armanca rawestandina êrişên çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û sivîlên li Qamişloyê li dar ket.

Hayis El-Ciriyan li pêşiya mala xwe ya li bakurê rojhilatê Nexweşxaneya Wetenî ya li Qamişloyê bi 3 guleyan hat hedefgirtin ku herêm di bin kontrola çeteyên Dîfaa El-Wetenî de ye. Tevî ku El-Ciriyan rakirin nexweşxaneyê û hewldanan bijîşkan jî di berbanga îro de jiyana xwe ji dest da.

(kc)

ANHA 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LnEJu1PEeSs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>