​​​​​​​Stasyona avê ya El-Elwa tê amedekirin

Gerînendetiya Avê ya Giştî ya Hesekê amadekirina stasyonê avê ya El-‎Elwa ya li başûrê Şedadê bi dawî kir. Her wiha ‎ stasyon û xetên din amade dike da ku‎ avê bigihîne Hesekê.‎

​​​​​​​Stasyona avê ya El-Elwa tê amedekirin
23 nîsan, 2021   06:40
HESEKÊ - BASIM EL-DEXÎL

Dewleta Tirk û çeteyên wê di êrişên xwe yên dagirkirinê de ku di 9'ê Cotmeha 2019'an de dabûn destpêkirin, bajarê Serêkaniyê dagir kir û dest danî ser stasyona avê ya Elokê ku avê dide kantona Hesekê.

Hêzên dagirker ava stasyonê li ser kantonê qut dike. Li hemberî vê yekê Gerînendetiya Giştî ya Avê ya Hesekê ji bo peydakirina avê di nava liv û tevgerê de ye.

Gerînendetiyê xebatên amadekirina stasyona avê ya El-Elwa ya başûrê Şedadê bi dawî kir û niha stasyon û xetên din amade dike ku dawî li aloziya avê bîne.

Rêvebera stasyona El-Elwa Ferîda El-Sedûn ‎têkildarî mijarê diyar kir ku stasyon bi ‎tevahî hazir e û tenê çend gav mane da ku ‎avê ji stasyona Siwer a gundewarên ‎bakurê Dêrazorê berdin.

Ferîda El-Sedûn destnîşan kir ku xebata ‎kişandina avê dê destpêkê di tecrubeyekê re derbas bibe, piştî tecrubeyê dê avê ji stasyona El-Ewayê bişînin depoyên avê yên stasyona 47 û ji vir bikişînin stasyona Ezîziyê ya li bajarê Hesekê.

Ferîda El-Sedûn destnîşan kir ku xebatên wan ên dawî sererastkirina xetên di navbera Stasyona Siwer û Stasyona El-Elwe de, her wiha xetên şikestî yên kevn in ku dereng hatin keşifkirin.

Ferîda got serestkirina van xetan dê di nava 2 rojên bê de bi dawî bibin, piştre dê avê ji stasyona El-Elweyê berdin stasyona 47’an da ku ziyanên di xetan de keşif bikin.

Ferîda El-Sedûn destnîşan kir ku amedekirina ‎stasyona El-Elwa nayê wetayê ku proje bi tevahî ‎hatiye amadekirin. Her wiha diyar kir ku ew li ‎benda amedebûna projeya din a sererastkirina ‎xetan e û piştre xebata ‎amadebûna stasyon 47'an bi dawî bikin da ku ‎avê bidin Hesekê.‎

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/toCPqkIlpD8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>