​​​​​​​Rojnameyên erebî: Du derbeyên Amerîkayê ji Erdogan re

Rojnameyên erebî îro behsa derbeyên Amerîkayê yên li dijî Erdogan, aloziya Lubnanê û rewşa Lîbyayê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Du derbeyên Amerîkayê ji Erdogan re
23 nîsan, 2021   07:04
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DEWLETA TIRK DI HEDEFA ZEXTÊN BIDEN DE YE… BALFIRÊN F35 Û KOMKUJIYA ERMENAN’

Der barê vê mijarê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Rêveberiya serokê Amerîkayê Joe Biden hewldanên Tirkiyê ku rewşê bi Washington re aram bike, bi bin xistin. Amerîkayê bi rêya dûrxistina ji projeya balafirên F-35 dewleta Tirk xist bin zextan. Li gel wê pêşbînî hene ku Biden di daxuyaniya ku tê payîn roja şemiyê bide, bi awayekî fermî îtîraf bike ku Tirk berpirsên komkujiyên Ermenan in. Ev yek dibe ku Tirkiyê hêrs bike û têkiliyên bi nakok ên di navbera her du dewletan de aloztir bike.

Berpirsekî Pentagonê ragihand ku welatê wî dewleta Tirk agahdar kiriye ku ew bi awayekî fermî ji bernameya balafirên F-35 hatiye derxistin.

Enqereyê zêdetirî 100 balafirên F-35 daxwaz kiribûn ku hinek beşên wê bi xwe çêdike, lê sala 2019`an piştî kirîna pergala parastinê ya rûsî S-400 ku Washington wê li ser pergala F-35 xetere dibîne, ji bernameya Amerîkayê hat dûrxistin.”

‘EWROPA DÊ CEZAYAN LI RAYEDARÊN LUBNANÎ FERZ BIKE’

Têkildarî aloziya Lubnanê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Yekitiya Ewropayê (YE) ji bo dan û standinên têkildarî aloziya Lubnanê, kaxizek vebijêrkên siyasî amade kir ku ji ceza û avantajan pêk tê. Li gorî wê avakirina pergala cezayên Ewropayê hat pêşniyarkirin ku derfetê dide ku ceza li ser kesên nêzî berpirsên aloziyê bên ferzkirin. Piştre yekser ceza li berpirsên dirêjkirina aloziyê werin ferzkirin.

Divê ev pêşniyar ji aliyê Meclisa Wezîran a Ewropayê ve were erêkirin, zemîneke qanûnî ji bo avakirina pergala cezayan a taybet bi Lubnanê mîna dewletên din were amadekirin ku Brukselê dest bi ferzkirina cezayan li wan kiriye.” 

‘FIŞAREKE NAVNETEWEYÎ JI BO AMADEKIRINA NEXŞERÊYEKE DESTÛRÎ YA LÎBYAYÊ’

Girêdayî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Civaka navneteweyî bi hemû hêza xwe zextê li parlamentoya Lîbyayê dike ku bi lez çarçoveya qanûnî û destûrî ya lidarxistina hilbijartinan diyar bike ku tê payîn di 24`ê mehê de werin lidarxistin. Her wiha di daxuyaniya hevserokatiya Komîteya Hevbeş a Çavdêriya Navneteweyî ya Lîbyayê de bang li parlamentoyê hat kirin ku xebatên di vî warî de heta 1`ê Tîrmehê bi dawî bikin.”

(şx)