Artêşa Tirk çêkirina dîwaran li Eyn Îsayê didomîne

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê lêkirina dîwarê li nêzî rêya M4 a navneteweyî û li gundên Dibis û El-Xalidiyê yên girêdayî navçeya Eyn Îsayê didomînin da ku her 5 baregehên xwe bigihînin hev.

Artêşa Tirk çêkirina dîwaran li Eyn Îsayê didomîne
22 nîsan, 2021   11:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji beriya 4 mehan ve di hundirê xaka Sûriyê de li navçeya Eyn Îsayê dîwar lê dikin û bendên axî ava dikin. Ev yek hewldanên qutkirina xaka Sûriyê diyar dikin.

Hevserokê kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid beriya demekê ji ANHA`yê re gotibû ku dewleta Tirk a dagirker bêdengiya civaka navneteweyî ji bo avakirina sînoran û baregehên leşkerî bi kûrahiya 32 km di hundirê xaka Sûriyê de, bi kar tîne. Her wiha teqez kiribû ku ev yek di çarçoveya berfirehkirina dagirkeriyê û rewakirina wê de, tê kirin.

Tê zanîn ku dewleta Tirk a dagirker ji Mijdara 2020`an ve li derdora bajarokê Eyn Îsayê li beramberî gundên El-Xalidiyê, El-Melik, Hoşan, El-Mişêrfê û Seyda, li ser rêya navneteweyî M4 a ber bi kantona Kobanê ve, 5 baregehên leşkerî ava kirine.

(bx)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JK_QYyi9FfU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>