Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 8 kesên din ji ber Koronayê mirin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku di 24 saetên dawîn de 8 kes ji ber vîrusa Koronayê mirine û 245 kes bi Koronayê ketine.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 8 kesên din ji ber Koronayê mirin
22 nîsan, 2021   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mustefa diyar kir ku 2 jin û 2 mêr li Dêrazorê, mêrek li Qamişloyê û mêrek û jinek jîli Minbicê ji ber vîrusa Koranayê (Covid-19) mirine.

Ciwan Mustefa tekez kir ku 245 kesên din li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîrusa Koronayê ketine, 129 mêr û 116 jin û li van bajaran in:

Hesekê: 37
Qamişlo: 39
Dêrik: 17
Dirbêsiyê: 9
Girkê Legê: 1
Çilaxa: 3
Kobanê: 12
Reqa :25
Dêrazorê: 26
Tebqa: 60
Minbic: 4
Şehba: 1
Kampa Roj: 12

Her wiha Ciwan Mustefa destnîşan kir ku 12 nexweş jî baş bûne.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara pêketiyan a dawîn bi giştî 14 hezar û 681 kes e, ji wan 485 kes mirine û hezar û 488 baş bûne.

(bx)

ANHA