Dîfaa El-Wetenî 2 zarok li kolana El-Wehde birîndar kirin

Milîsên Dîfaa El-Wetenî li kolana El-Wehde ya Qamişloyê 2 zarok birîndarên kirin.

Dîfaa El-Wetenî 2 zarok li kolana El-Wehde birîndar kirin
22 nîsan, 2021   10:39
QAMIŞLO

Li gorî agahiyên ku ji deverê hatine bidestxistin, milîsên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê li kolana El-Wehde 2 zarokên bi navên Ehmed Hemûd Hemûd (14) û Mehmûd Mehmûd birîndar kirin.

Her du zarok yekser rakirin Nexweşxaneya Şehîd Xebat a li taxa Kornîş. Milîsên Dîfaa El-Wetenî agirbesta ku bi navbeynkariya polîsên leşkerî yên Rûsyayê pêk hatiye, binpê dikin.

Duh bi şev saet di 22:00`an de milîsên Dîfaa El-Wetenî êrişî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li nêzî taxa Teyî ya li Qamişloyê kiribû. Di encamê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûbû.

(şx)

ANHA