Zarokekî ku bi guleyên Dîfaa El-Wetenî birîndar bûbû, şehîd bû

Milîsên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê, du zarok li kolana El-Wehde ya Qamişloyê birîndar kirin. Di encamê de, zarokek şehîd bû.

Zarokekî ku bi guleyên Dîfaa El-Wetenî birîndar bûbû, şehîd bû
22 nîsan, 2021   10:50
QAMIŞLO

Milîsên Dîfaa El-Wetenî ku agirbest binpê kirin, 2 zarokên bi navên Ehmed Hemûd Hemûd (14) û Mehmûd Mehmûd li kolana El-Wehde hedef girtin û herdu zarok birîndar bûbûn. Herdu zarok ji nexweşxaneya şehîd Xebat re hatibûn şandin.

Li gorî agahiyan, zarokê bi navê Mehmûd Mehmûd(10 salî) şehîd bûye.

ANHA