Ji ber kêmbûna ava Firatê mewsima havînê li rojhilatê Eyn Îsayê di tahlûkê de ye

Bandora kêmbûna ava Firatê bi awayekî eşkere li rêjeya ava kanalên avê diyar dibe, nexasim kanalên ku bi rêya pompeyan dixebitin, di encamê de li rojhilatê gundewarên Eyn Îsayê xetere li ser mewsima havînê heye.

Ji ber kêmbûna ava Firatê mewsima havînê li rojhilatê Eyn Îsayê di tahlûkê de ye
22 nîsan, 2021   09:07
EYN ÎSA

Dewleta Tirk a dagirker rêjeya ava Firatê kêm kir. Çemê Firatê ji bo şêniyên herêmê jêdara sereke ya peydakirina ava vexwarinê, kehrebe û avdana zeviyan e.

Kêmbûna rêjeya ava Firatê bi awayekî eşkere li ser rêjeya kanalên ku ava xwe ji çem digirin, diyar dibe, nexasim ên ku bi rêya pompeyan dixebitin. Ji ber ku piştî rêjeya avê hatiye kêmkirin, av nagihêje rêjeya guncaw da ku derbasî kanalan bibe.

Ger rêjeya ava Firatê wiha bimîne dê li rojhilatê gundewarên navçeya Eyn Îsayê mewsima havînê telef bibe, ji ber ku cotkarên wir hilberînên xwe bi ava kanalê av didin.

Li gundewarên rojhilatê Eyn Îsayê gelek hilberînên havînê têne çandin; pembo, garisê zer û fûl (baqil).

Cotkarên navçeya Eyn Îsayê yên li bajarokê Hêşe û gundewarên wê di avdana erdên xwe de, xwe dispêrin pompeya Refî ya li Til Simin ku ji erda Hîşe derdora 16  hezar hektarî av dide. Her wiha rûbereke fireh ji erdên çandiniyê yên li gundên Xinêz û Til Simin ên girêdayî bakurê gundewarên bajarê Reqayê jî av dide.

Bi rêjeya ji sedî 90 ji şêniyên gundewarên navçeya Eyn Îsayê û Reqayê ji bo peydakirina debara xwe dispêrin çandiniyê, nexasim mewsima havînê, jê pempo û baqil ji ber ku sûdemendiya wan baş e û kar ji karkeran re peyda dike.

(eh)

ANHA