​​​​​​​Milîsên Dîfaa El-Wetenî agirbest binpê kir û careke di êrişî hêzên ewlekariyê kir

Milîsên Dîfaa El-Wetenî agirbesta ku bi navbeynkariya polîsên leşkerî yên Rûsyayê li taxa Teyî ya Qamişloyê çêbûye, binpê kir û careke din êrişî Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir.

​​​​​​​Milîsên Dîfaa El-Wetenî agirbest binpê kir û careke di êrişî hêzên ewlekariyê kir
22 nîsan, 2021   08:07
QAMIŞLO

Şerê li taxa Teyî ya Qamişloyê piştî agirbesta bi navbeynkariya polîsên leşkerî yên Rûsyayê rawestiyabû.

Lê îro milîsên Dîfaa El-Wetenî agirbest binpê kir û gule li Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li kolana El-Wehda ya li kêleka taxa Teyî ya li başûrê bajêr, barandin.

Li gorî agahiyên ji hundirê taxê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva êrişan didin.

(şx)

ANHA