ꞌKiryarên hikumeta Iraqê bi armanca têkbirina hebûna êzidiyan inꞌ

Êzidiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê komplo û bicihkirina hêzên leşkerî li Şengalê red kir û bang li hikumeta Iraqê kir ku bi siyaseta dewleta Tirk  neyên xapandin, ji ber ku ev êriş wek fermaneke nû ye ku têkbirina hebûna êzidiyan armanc dike.

ꞌKiryarên hikumeta Iraqê bi armanca têkbirina hebûna êzidiyan inꞌ
22 nîsan, 2021   07:52
QAMIŞLO-KADAR ÎBRAHÎM

Hêzên Iraqê di 20`ê Nîsanê de hewl da derbasî gundekî Şengalê yê bi navê Gir Zerikê bibin, lê herêmê ev yek red kir û hewldanên wan têk birin. Piştî vê hewldanê gelek partiyên kurdistanî û rêxistinên civaka sivîl daxuyanî dan û tê de diyar kir ku ev kiryar xizmeta dewleta Tirk û hevalbendên wê dike û wekî fermaneke nû li dijî gelê Şengalê ye.

Êzidiyên navçeya Tirbespiyê siyasetên dewleta Iraqê ku hewl dide derbasî Şengalê bibe, şermezar kirin û diyar kir ku ev siyaset wekî fermaneke nû ya li dijî civaka êzidî ya li Şengalê ye.

Hevseroka Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm destnîşan kir ku ew kiryarên ji aliyê dewletan an jî ji aliyê Başûrê Kurdistanê ve pêk tên ku jê armanc dikin destwerdana kar û barên êzidiyan bikin, nexasim li Şengalê, red dikin.

/ar/uploads/files/2021/04/22/073726_lyla-abrahym.webp

Leyla bang li hikumeta Iraqê kir ku rêzê ji serwerî û rêveberiya Şengalê re bigire, ji ber herêma Şengalê li dijî DAIŞ`ê bi hezaran şehîd dan, herêm rizgar kir, hêz û vîna xwe ava kir.

Leyla got civaka êzidî van destwerdanan û êrişên hikumeta Iraqê yên li dijî Şengalê, wek fermaneke din a têkbirina hebûna êzidiyan bi nav dikin.

Li aliyekî din jî Nejbîr Heysem êrişên artêşa Iraqê yên li dijî Şengalê şermezar kirin û da zanîn ku êzidiyan bi hêz û bi piştgiriya ciwanên xwe li Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer kir û ew têk birin, di demekê de ku dewletên Ewropayê û yên herêmê li hemberî qîrîna jin û zarokên êzidiyan bê deng man.

/ar/uploads/files/2021/04/22/073753_njbyr-hythm.webp

Nejbîr bang li hikumeta Iraqê kir ku bi siyaseta dewleta Tirk nexape, ji ber ku dixwaze vîna gelê Şengalê têk bibe.

Nejbîr Heysem di dawiyê de got ew komplo û bicihkirina hêzên leşkerî yên li Şengalê red dikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RsVy2fFvx1w" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>