Şêniyên Qamişloyê: Dîfaa El-Wetenî fitne û ‎tevliheviyan çêdike û Rûsya jî şirîkê wê ye

Şêniyên Qamişloyê siyaseta ku Dîfaa El-‎Wetenî dimeşîne, şermezar kir û diyar kir ‎ku ew dixwazin aramiya herêmê têk bibin.‎

Şêniyên Qamişloyê: Dîfaa El-Wetenî fitne û ‎tevliheviyan çêdike û Rûsya jî şirîkê wê ye
22 nîsan, 2021   07:45
QAMIŞLO ‎

 Sêşem seat  22:00 'an piştî ku Dîfaa El-‎Wetenî êrişî benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ‎a li kolana El-Wehdê ya li taxa Teyî ya başûrê Qamişloyê kir.

Şêniyên Qamişloyê kiryarên Dîfaa El-Watenî ‎şermezar kirin û piştrast kir ku armanca van ‎êrişan ew e ku fitneyan di navbera pêkhateyên ‎herêmê de derxin, aramî û ewlehiya li herêmê têk bibin.

/ar/uploads/files/2021/04/22/072901_abd-albary-hsyn.webp

Şêniyê bi navê Ebdulbarî Hisên da zanîn ‎ku ev êriş bû sedem ku rewşeke neewle ‎û bi tirs di nava gel de çêbe.‎ Hisên got armanca van ‎êrişan ew e ku fitne li herêmê belav bibe û ‎şêniyan koçber bibin da ku bi hêsanî milk û ‎malên sivîlan bidizin.‎

Li aliyekî din jî şêniyê bi navê Ebdulhemîd Wankî diyar ‎kir ku milîsên Dîfaa El-Wetenî ji êrişan armanc dike fitneyê di ‎nava pêkhateyên herêmên de, bi taybet ‎Kurd û Ereban de çêkin.

/ar/uploads/files/2021/04/22/072917_abd-alhlym-wanky.webp‎

Wankî di berdewama gotina xwe de eşkere kir ku Dîfaa El-Wetenî, heta bidawîbûna dema hilbijartinên serokatiyê dê mîna ‎van sûcan bidomîne, da ku piştgiriya gel bi dest bixin û sandoqên hilbijartinê li Bakur û Rojhilata Sûriyê vekin.

Wankî diyar kir ku hikumeta Şamê heta ‎niha bê deng maye, ji ber ku Dîfaa El-‎Wetenî perspektîfan jê digire.‎ Wankî bang li gelên Bakur û Rojhilata ‎Sûriyê kir ku li pey van siyaseta neçin û ‎bibin yek da ku li hemberê bisekinin.

/ar/uploads/files/2021/04/22/072846_khald-zynal.webp‎

Şêniyê bi navê Xalid Zênal siyasetên hikumeta Şamê li herêmê ‎şermezar kirin û teqez kir ku ‎Rûsya hevkarê wan siyasetan e, da ku destkeftiyên li ‎Bakur û Rojhilata Sûriyê yên ku bi saya ‎şehîdan hatine bidestxistin, têk bibin û xêr û bêrên herêmê talan bikin.‎

‏‏(dm‏)

ANHA