​​​​​​​Li Qamişloyê agirbest hate ragihand û dê heta sibe nîvro berdewam bike

Şerê di navbera  Hêzên Ewlekariya Hundirîn û milîsên Dîfaa El-Wetenî yê li hundirê taxa Tey a başûrê Qamişlo, Li gorî peymana agirbestê rawestiya û dê heta sibe  nîvro berdewam bike.

​​​​​​​Li Qamişloyê agirbest hate ragihand û dê heta sibe nîvro berdewam bike
22 nîsan, 2021   00:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçegihanê me li ser bingeha destwerdana Rûsyayê ya îro ya di navbera her du aliyan de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û polîsên leşkerî yên Rûsyayê li şûna milîsên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê, agirbest ragihand û dê heta sibe nîvro berdewam bike, ger ku her du alî peymana agirbestê bin pê nekin, da ku diyalogên bi armanca naskirina sedemên derketina şer, aliyên ku şer derxist û çawa bigihêjin peymaneke domdar berdewam bikin.

Nûçegihanê me destnîşan kir ku fermandarên meydanî yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li xetên şer xîtabî endamên wan kirin û ji wan agirbesta bi temamî xwest.

Beriya çend saetan şerê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û milîsên Dîfaa El-Wetenî careke din derket, ji ber ku milîsan dubare Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li taxa Tey kirin armanc.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiv da û navendeke leşkerî ya milîsan a bi navê"Mefrezaya Lîlo" kontrol kir.

Şeva çarşemê di milîsên Dîfaa El-Wetenî bendê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê li çerxerêya El-Wihdê yê li başûrê bajarê Qamişlo kir armanc, di encamê de şer di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û milîsên Dîfaa El-Wetenî derket û endamekî Hêzên Ewlekariyê gihaşt asta şehadetê.

(eh)