Nûh : Êriş ji ber îflaskirina hikumeta Şamê ya faşîst pêk hat

Endamê Desteya Disîplîna Giştî ya PYD'ê ya herêma Firatê destnîşan kir ku armanca binpêkirinên milîsên Dîfaa El-Wetenî derxistina fitneyê di navbera gelên herêmê de û têkbirina projeya neteweya demorkatîk e.

Nûh : Êriş ji ber îflaskirina hikumeta Şamê ya faşîst pêk hat
22 nîsan, 2021   06:22
KOBANÊ – MEYSA ELARÎ

20'ê Nîsanê saet di 22:00'an de milîsên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hêzên hikumeta Şamê êrişî benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li kolana El-Wehda ya li nêzî taxa Teyî ya Qamişloyê kir. Li ser bersivdayîna endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şer derket. Di şer de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû.

Li ser mijarê endamê Desteya Disîplîna Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya herêma Firatê Salih Nûh ji ANHA'yê re axivî.

Salih Nûh got: "Ev ne cara yekemîn e ku rejîma Baasê û çeteyên wê Dîfaa El-Wetenî binpêkirinan dikin. Ji van binpêkirinan armanc dikin fitne û tirsê di nava gel, eşîr û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derxin, ewlehî û aramiya herêmê têk bibin."

Nûh destnîşan kir ku hikumeta Şamê projeya neteweya demokratîk a di Rêveberiya Xweser de diyar dibe, tehemul nake û wekî xetereyekê li ser desthilata xwe dibîne, ji ber vê yekê armanc dike ku vê projeyê têk bibe ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî pergala sereke esas ji xwe re girtiye û tê de çareseriyê ji aloziya Sûriyê re dibîne.

Nûh da zanîn ku hikumeta Şamê bi rêya zîhniyeta xwe ya dîktator a kevn dixwaze vîna gelan têk bibe û serweriya xwe ferz bike, vê yekê jî bi rêya pêkanîna qirkirinê li dijî gel a ku di encama îflasbûna wê de derdikeve, pêk tîne.

‛GELÊ HERÊMÊ JI VAN FITNEYAN HIŞYAR E’

Salih Nûh wiha gotinên xwe berdewam kir: "Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê li hikumeta Şamê û yan jî opozîsyonê tu projeyên çareseriyê tune ne. Ji ber ku her du xwedî zîhniyeta desthilatdarî ne. Lê gelê Sûriyê û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê yekê naxwazin, ji ber ku di projeya neteweya demokratîk de rizgariya xwe dîtin."

Nûh piştrast kir ku gelê herêmê ji fitneyên li herêmê çêdibin, hişyar e û divê bi rêya lidarxistina çalakî û têkoşîna ji bo jiyana hevbeş li gel projeya neteweya demokratîk de, li dijî van sûcan bisekinin.

ANHA