Artêşa Îsraîlê nuqteyeke hikumeta Şamê kir hedef

Li gorî artêşa Îsraîlê, Îsraîlê ji bo bersiv dayîna avêtina moşekeke ji Sûriyê ber bi Îsraîlê ve, li dijî nuqteyên li derdora Şamê êriş pêk anîn.

Artêşa Îsraîlê nuqteyeke hikumeta Şamê kir hedef
22 nîsan, 2021   07:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku moşekek ji Sûriyê ber bi Îsraîlê ve hat avêtin. Her wiha destnîşan kir ku dengê teqînan li nêzî reaktora nukleerî ya Dimona hat.

Berdevkê leşkerî yê artêşa Îsraîlê diyar kir ku di encama êrişa Sûriyê de tu ziyan çênebûne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Îsraîlê ragihandibû ku li herêma Ebû Qirênat a başûrê Îsraîlê nêzî reaktora nukleerî ya Dimona li başûrê Îsraîlê dengê zengilên hişyariyê hatiye.

Têkildarî heman mijarê, ajansa SANA'yê ya hikumeta Şamê ragihand ku pergala parastinê ya hawayî, êrişa Îsraîlê ya li dijî Şamê têk bir.

(dx)