Meclisa Kantona Hesekê ji ber qutkirina avê hişyarî da

Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê diyar kir  ku heke dewleta Tirk a dagirker qutkirina ava vexwarinê li ser derdora milyonek kesên li kantona Hesekê berdewam bike, dê karesateke mirovî çêbe.

Meclisa Kantona Hesekê ji ber qutkirina avê hişyarî da
22 nîsan, 2021   06:26
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di encama êrişên hovane de ku 9'ê Cotmeha 2019'an dabû destpêkirin, bajarê Serêkaniyê dagir kir û dest danî ser stasyona avê ya Elokê. Artêşa Tirk û çeteyên wê bi domdarî ava stasyonê li ser kantona Hesekê qut dikin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kehrebeya ku ji stasyonê re tê veqetandin, didizin û di encamê de stasyona kehrebeyê bi temamî hate şewitandin û di 12`yê Nîsanê de careke din av li ser kantona Hesekê û gundewarên wê qut kir.

Piştî ku stasyona kehrebeyê ya li Dirbêsiyê ji ber barê zêde şewitî, Nivîsgeha Enerjiyê ya Herêma Cizîrê yekser dest bi çaksazkirina stasyonê kir û kehrebe gihaşt stasyona Elokê, lê çeteyan bi fermana efserekî dewleta Tirk stasyon pênexist.

Gerînendetiya Avê û Meclisa Kantona Hesekê di 19`ê Nîsanê de di rêya civînekê de, rewşa awarte ji ber qutkirina vê ragihand û tîmên awarte ava kirin.

Li kantona Hesekê derdora 300 hezar koçberên ji Serêkaniyê û Girê Spî hene ku her du herêm ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin.

Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Xebat Silêman got: "Li gel belavbûna zêde ya vîrusa koronayê û hatina meha Remezanê, dewleta Tirk a dagirker bi domdarî avê li ser şêniyên kantona Hesekê qut dike, da ku zextê li Rêveberiya Xweser bike."

Silêman diyar kir  ku Nivîsgeha Enerjiyê ya Herêma Cizîrê stasyona kehrebeyê sererast kir da ku kehrebeyê bide stasyona Elok, lê efserekî  dewleta Tirk ferman da ku tenê 3 bîr û hilmijek bixebitin, da ku av negihîje şêniyan.

Xebat Silêman got çete û şêniyên li wir tenê sûdê ji xebitandina 3 bîr û hilmijekê werdigirin û ev yek li gotina xwe zêde kir: "Beriya du rojan Rûsya ya garantor derbasî stasyona Elok bûbû, da ku li ser rewşa stasyona Elokê nîqaş bike, lê belê heta niha tu encam nehatine bidestxistin û şertê efserên Tirkan ew bû ku bi tenê 3 bîr û hilmijek werin xebitandin."

Stasyona Elok ji bo bajarê Hesekê, navçeya Til Temirê û herêmên başûrê Hesekê yên wekî Hol, Erîşe û Mergeda, kampên li herêmê yên wekî kampa Erîşe, Hol, Waşûkanî û Serêkaniyê ku hejmara niştecihan milyoneke kes e, jêdereke sereke ya wergirtina avê ye.

Xebat Silêman destnîşan kir ku ger di rojên pêş de av li ser welatiyan qut bibe dê karesateke mirovî çêbe, ji ber ku heta niha altarnetîfa stasyona Elok nehatiye dîtin.

Silêman da zanîn ku wan tîmên awarte ava kirine û li Gerînendetiya Avê hejmara sehrîcan diyar kiriye, her wiha saziyên ku divê av bigihîje wan diyar kirine, jê nexweşxane, firin û aş.

Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Xebat Silêman bang li dewletên peywendîdar û rêxistinên mirovî kir ku destwerdanê bikin, da ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî pêkhateyên bisekinîne û stasyona Elok ji bin kontrola artêşa Tirk û çeteyên wê derxe.

(eh)

ANHA