​​​​​​​Rojnameyên erebî: Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî Şamê ceza dike

Rojnameyên erebî yên îro behsa biryara Rêxistina Qedexkirina Çekên Kîmweyî ya der barê Şamê de, têkiliya Erebistana Siûdî û Tirkiyê û aloziya Lubnanê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî Şamê ceza dike
22 nîsan, 2021   07:21
NAVENDA NÛÇEYAN

‘RÊXISTINA QEDEXEKIRNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ ŞAMÊ CEZA DIKE’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Dewletên endamên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî li ser cemidandina endamtiya Sûriyê di rêxistinê de, deng da. Ev yek ji ber berpirsyariya Sûriyê di gelek binpêkirinan de hat îsbatkirin û nebersivandina 19 pirsên girêdayî bernameya Şamê ya kîmweyî, pêk hat. Di heman demê de, endamên Kongreya DYA’yê bang li rêveberiya Joe Biden kir ku ji ber bikaranîna çekên kîmweyî rejîma Sûriyê ceza bike.

Dewletên endam ên rêxistinê bi piranî ji bo peyama ku gelek dewletan destek dayê, ji wan Fransa, Brîtanya û DYA, deng da. Mafên Şamê di rêxistinê de hatin cemidandin.”

‘EREBISTANA SIÛDÎ JI TIRKIYÊ RE; HÛN BI XÊR HATIN KENDAVÊ Û EM BI XÊR BÊN ROJHILATA NAVÎN’

Girêdayî têkiliyên Erebistana Siûdî û Tirkiyê rojnameya El-Ereb ev tişt nivîsand: “Erebistana Siûdî dest bi têkiliyan bi Yewnanistanê re kir ku dijminê dîrokî yê Tirkiyê ye. Ev têkilî bi erêkirina Atînayê ya sîstema Patriot ku bi kirê bide Riyadê, da ku li hember êrişên Hûsiyan bisekinin, gihaşt asteke nû.”

‘LI LUBNANÊ ALOZÎ DIDOME’

Têkildarî rewşa Lubnanê rojnameya El-Beyan wiha got: "Li pêşiya fetisandina hikumetê li Lubnanê, avakirina hikumeta Sead El-Herîrî heta demeke nediyar, hate sekinandin. Tevî ku hin daneyên ku ji vir û wir têne hilbijartin û texmînê bi îmzekirina avakirina hikumetê herî zêde di destpêka meha Gulanê de. Gelê Lubnanê hêvî dike ku yek ji wan destekê bide sekinandina aloziya siyasî lê hêviya wan careke din têk çû. Ji ber civîna wezîrên karên derve yên YE`yê ku dihat payîn ku ceza li ser kesên ku avakirina hikumetê asteng dikin, ferz bike."

(bx)