Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîd Xalid Milhim Osman eşkere kir

Navenda Çapemeniyê ya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyê nasnameya endamekî xwe yê hêzên Asayîşa Qamişlo şehîd Xalid Milhim Osman eşkere kir. Şehîd Milhim Osman duh di encama hedefgirtina ji hêla milîsên Dîfaa El-Wetenî ya girêdayî hikumeta Şamê de, şehîd bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîd Xalid Milhim Osman eşkere kir
21 nîsan, 2021   20:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çapemeniyê ya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nasnameya şehîdekî xwe bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Endamê hêzên Asayîşa Qamişlo Xalid Milhim Osman duh, 20’ê Nîsanê di encama êrişa milîsên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê de, li dijî benda kontrolê ya hêzên me li kolana El-Wehde ya Qamişlo, şehîd bû.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Xalid Milhim Osman

Navê dayikê: Fatme

Cih û dîroka tevlêbûnê: Qamişlo 01.12.2012

Cih û dîroka şehadetê: Qamişlo 20.04.2021

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiya malbata şehîd Xalid dikin û bejna xwe li hember şehîdan ditewînin, ji ber şehîdan canê xwe di oxira parastina xak û gel de da. Em soza xwe ji malbata şehîdan re bi taybet û gilê me bi tevahî nû dikin ku parastina wan bikin û li rêça şehîdan bimeşin."

(fr)

ANHA