Dewleta Tirk a dagirker gundên Minbicê topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker gelek gundên Minbicê topbaran dike.

Dewleta Tirk a dagirker gundên Minbicê topbaran dike
21 nîsan, 2021   18:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker ji baregeha xwe ya li gundê Ereb Hesen a Biçûk, gundê Ereb Hesen a Mezin ê rojavayê Minbicê topbaran dike.

Li gorî navendê dewleta Tirk ji baregeha xwe ya li gundê Şêx Nasirê, gundê Yalnelî yê rojavayê Minbicê bi 6 hawnan topbaran kir.

Têkildarî ziyanên topbaranê agahî nehatin zanîn.

(fr)

ANHA