Misirê ji bo pêkanîna têkiliyên bi Tirkiyê re şert danîn

Li gorî çavkaniyan, Qahîre şert li pêşiya Enqere dan, an Şoreşa 30'ê Hezîranê nas bike û rêzê ji serdestiya siyasî ya Misirê bigire, an dê têkiliyên xwe pê re rawestîne.

Misirê ji bo pêkanîna têkiliyên bi Tirkiyê re şert danîn
21 nîsan, 2021   18:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan ji Tora Al-Arabia re got, rayedarên Tirk ji aliyê Misirê re got mijara naskirina Şoreşa 30'yê Hezîranê ne zelal e, ji ber ku hejmareke şêwirmendên Tirk ev mijar şaş wesif kirin.

Her wiha li gorî heman çavkaniyan, rayedarên ewlehiyê yê Tirkiyê, Qahîre agahîdar kirin ku di dema desthilata Îxwanan de, gelek têbinî hebûn û Îxwanan tundî bi kar anîn.

Di diyalogên ku hûrguliyên wê bi awayekî fermî nehatin ragihandin de, Misir diyar ku heger Tirkiyê şertê wî qebûl neke, ew dikare têkiliyên pê re rawestîne.

Çavkaniyan got, Enqere di diyalogan de ji Misirê pêşniyar kir ku endamên Îxwan ên li Tirkiyê radest bike, lê Qahîre li ser navên ku dixwest, di serî de Yahya Mûsa û Alaa Semahî de ve girêdayî ma. 

Her wiha got, Qahîre Îxwan wekî komeke terorîst pênase dike û ji vê yekê paş de venagere û ji bo domandina têkiliyên bi Tirkiyê re şert dan ku divê Tirkiyê rêzê ji serdestiya siyasî û saziyan ên Misirê bigire û destwerdanê li karê navxweyî yê Misirê neke.

Çavkaniyan destnîşan kir ku Misir bi domdarî daxuyaniyên Tirkiyê yên "Provokatîv" dinirxîne.

(fr)