Misir gefa taloqkirina peywendiyan bi Tirkiyê re xwar, heke ew pabendî peywendiyan nebe

Çavkaniyan eşkere kir ku Qahîrayê merc bi Enqereyê re danî ku bi şorşa 30’ê Hezîranê îtîraf bike, dewleta Tirk jî li ser erê kir. Bi wê re derbeyeke mezin li koma Îxwan da. Girêdayî wê Misirê piştrast kir ku heke dewleta Tirk pabendî xwestekên wê nebe, dê peywendiyên pê re taloq bike.

Misir gefa taloqkirina peywendiyan bi Tirkiyê re xwar, heke ew pabendî peywendiyan nebe
21 nîsan, 2021   17:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan ji tora El-Arebiye re eşkere kir ku berpirsên dewleta Tirk ji Misirê re piştrast kir ku wêneya der barê 30’ê Hezîranê de, bi sedema ku şêwirmendên Tirkiyê yên ku wêne bi awayekî şaş wesif kiriye, ne zelal bû û ew vîna misiriyan hurmet dikin.

Berpirsên ewlehî yên dewleta Tirk Qahîra agahdar kir ku di dema desthilata îxwanan de tê de gelek têbînî hebûn û wan tundî bi kar dianîn.

Di danûstandinên ku hûrgiliyên wê bi temamî nehatine ragihandin de, ku Misirê diyar kir ew dikare di kîjan demê de dibe, heke dewleta Tirk pabendî xwestekên wê nebe, peywendiyan taloq bike.

Çavkaniyan got Enqereyê di danûstandinan de radestkirina endamên ciwan ên ji îxwanên li Tirkiyê pêşkêş kiriye, lê belê Qahîra bi xwesteka navên ji wê xwestiye ve girêdayî bû, Yehya Mûsa û Elaa El-Semahî.

Heman çavkanî da zanîn ku Qahîra îxwan weke koma terorîst bi nav dike û ew girêdayî karê wê yê hundirîn e, divê rêz ji rêberiya wê ya siyasî û saziyên wê re were girtin û divê tu destwerdana li kar û barê hundirîn a Misirê nebe, da ku têkilî bi dewleta Tirk re berdewam bibin.

Çavkaniyan diyar kir ku Misir daxuyaniyên dewleta Tirk her tim bi şantajî dinirxîne.

(fr)