Asayîşa PDK’ê şêniyek ji Dêrikê girt

Şêniyekî ji Dêrikê dema ku ji deriyê Pêşxabûr derbasî Rojava dibû, ji aliyê desthilata PDK'ê ve hate girtin. Şênî bi tawana ku bavê şehîdekî YPG'ê ye zarokên wî alîgirên Rêveberiya Xweser hate girtin.

Asayîşa PDK’ê şêniyek ji Dêrikê girt
21 nîsan, 2021   18:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Nayif Elî Hesen ê ji Dêrikê ku di 1968’an de hatiye dinê, mala wî got bavê wan ji 1’ê Nîsanê ve serdana Başûrê Kurdistanê kir û bi awayekî fermî di dergeha Sêmalka û Pêşxabûr  derbas bû û serdana piranî bajarên sereke yên Başûrê Kurdistanê kir. Malbatê diyar kir îro destûra wî bi dawî dibe û berê xwe da dergeha Pêşxabûr da ku vegere Dêrikê.

Malbatê diyar kir ku dema bavê wan gihaşt dergehê, Asayîşa PDK’ê ew sekinand û çend saetan lêpirsîn pê re çêkirin, piştre girtin û nehişt ku di derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe.

Malbatê got, bavê wan beriya ku telefonê jê bistînin, pê re axiviy û got ew li dergehê hate girtin û dê wî veguhêzin Asayîşa Dihokê.

Malbata Nayif got ku ew bi xizmekî xwe yê li Dihokê re têkildar bû, da ku bi Asayîşa Dihokê biaxive û sedema girtinê binase. Malbatê eşkere kir ku xizmê wan got, çavkaniyên ji Asayîşa Dihokê jê re gotiye şêniyê bi navê Nayif li gel wan girtiye û bi tawana ku ew û zarokên wî alîgirên Rêveberiya Xweser in û di saziyên wê de dixebitin û bavê şehîdekî YPG’ê hatiye girtin.

Xizmê malbata Nayif li ser zimanê heman çavkanî destnîşan kir ku bi rêya endamên ENKS’ê yên li Rojava navê bavê wan bi raporekê gihaştiye Asayîşa Dihokê ku ew ji alîgirê Rêveberiya Xweser e, kurekî wî di kanala Ronahî TV de pêşkêşvan e û kurekî wî yê din jî şehîdê YPG’ê ye û li gorî vê hate girtin.

Malbatê piştrast kir ku çarenûsa bavê wan heta niha ne diyar e û ji dema girtina wî de têkilî tune ne û telefona wî birine.

(fr)

ANHA