Mala Êzidî ya herêma Cizîrê: Divê gelê Şengalê parastina destkeftiyên xwe bike

Mala Êzidî ya herêma Cizîrê hewldanên hikumeta Iraqê yên derbasbûna ji Şengalê re bi "plana bi armanca têkbirina vîna Şengalê" bi nav kir û bang li hikumeta Iraqê û artêşa wê kir bûyeran ji nû ve bixwînin û divê azarên ku her tim Şengal tê re derbas dibe, dûbare nebin, bila zimanê diyalogê û hişmendiyê têkeve pratîkê. Her wiha banga li gelê Şengalê kir ku parastina destkeftî û şehîdên xwe bike.

Mala Êzidî ya herêma Cizîrê: Divê gelê Şengalê parastina destkeftiyên xwe bike
21 nîsan, 2021   15:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê Mala Êzidî ya herêma Cizîrê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Ji demeke nêz ve hikumeta Iraqê hewl dide bi tevahî rê û rêbazan Şengalê, şênî û rêveberiya wê kontrol bike. Wê yekê hin caran bi gotina Şengal girêdayî Iraqê ye û hin caran jî bi sedema hebûna hêzên biyanî li ser xaka wê ve girê dide. Ma gelo dema rêxistina DAIŞ’ê êriş deşt û çiyayên wê dikir, şênî qetil dikirin û direvandin  ev hikumet li ku bû. Ma ne gelê Şengalê li hember çarenûsa wê hişt ku rûbirûyî mirin, dîlgirtin û komkujiyan bibe. Pirsa xwe di vir de dide der ew e ku kê şêngalî dema li çiya û li ser rêyan li hember mirin, tî û birçîbûnê de rizgar kir?Hikumeta Iraq û artêşa wê yên ku hewl neda bi erka xwe ya parastina welatiyan bikin, li ku bûn?

Hewldana artêşa Iraqê ya pêkanîna plana xwe ya bi armanca şikandina vîna Şengalê, zulmeke mezin û berovajîkirina rastiyê ye ku ew welatiyên Iraqê ne.

Em hêvî dikin ku xwediyên wijdanên zindî yên di hikumet û artêşa Iraqê de ji nû ve bûyeran bixwînin û azarên ku her tim li beramberî Şengalê ne dûbare nebin, bila zimanê diyalogê û hişmendiyê têkeve pratîkê. Em bang li gelê xwe dikin ku parastina destkeftî û şehîdan bikin."

(fr)

ANHA