Partiya Kesk a Kurdistanê banga piştgiriya xelkê Şengalê kir

Partiya Kesk a Kurdistanê bang li dewleta Iraqê kir ku îradeya xelkê Şengalê di ber çavan re derbas bike û bi pey planên hêzên dijberî xelkê Şengalê û rêveberiya wê ya xweser neke. Her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku destekê bide rêveberiya xweser a li Şengalê.

Partiya Kesk a Kurdistanê banga piştgiriya xelkê Şengalê kir
21 nîsan, 2021   14:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Kesk a Kurdistanê têkildarî hewldana artêşa Iraqê ya ketina Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Hêzên Iraqê yên ji bo parastina parêzgeha Mûsilê erkdar in,  di Hezîrana 2014'an de mîsyona xwe ya parastinê terk kir û li pêşiya pêşveçûnên rêxistina DAIŞ a terorîst reviya. Pêşmergeyên PDK'ê jî ku ji bo parastina Şengalê erkdar in, di 3'yê Tebaxa heman salê de heman tişt kir.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) xelkên Şengalê ji qirkirinê parastin, kerîdoreke mirovî di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de vekir. Piştî rizgarkirina Şengalê ji rêxistina DAIŞ'ê ji aliyê gerîlayên HPG û YBŞ'ê ve, rêveberiya xweser a Şengalê hate damezirandin da ku parastinê herêmê ji êrişan bike. Lê rexmî ku destûra Iraqê avakirina mîna van rêveberiyan li gorî xwesteka niştecihên wê dipejirîne, lê pêk nayîne. 9'ê Cotmeha 2020'an hikumeta Iraqê bi PDK'ê re li dijî îradeya şêniyên Şengalê li hev kir bêyî ku îradeya wan di ber çavan re derbas bikin, lê ev herdu aliyên lihevkirî havîna 2014'an parastina xelkê Şengalê ji qetilkirin, koçberkirin, qirkirin û sebîkirinê nekirin.

Em bang li dewleta Iraqê dikin ku îradeya xelkê Şengalê di ber çavan re derbas bike, li pey planên hêzên dijîberî xelkê Şengalê û rêveberiya wê ya xweser nekevin. Her wiha em her kiryarekî ku ziyanê dighîne vê rêveberiyê alî kî dibe bila bibe, şermezar dikin.

Em bang li civaka navneteweyî dikin ku destekê bide rêveberiya xweser a xelkê Şengalê ji ber ku rêya tekana ya parastina şêniyên ji ola Êzidî ji qirkirin, qetilkirin, koçberkirin û sebîkirinê ye."

ANHA