Parêzarên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan, ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin dîsa serlêdana Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê kirin.

Parêzarên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
21 nîsan, 2021   14:41
NAVENDA NÛÇEYAN 

Ji parêzerên rêber Abdullah Ocalan, Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Cengîz Yureklî ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Serdozgeriya Komarê ji ber “Nexşerêya” Ocalan di 23’ê Îlona 2020’an de cezayê ji bo 6 mehan ê qedexeya hevdîtinê sepandibû. Ev qedexeya hevdîtinê di 23’yê Adarê de qediya lê heta niha jî ne erênî û ne jî neyînî bersiva parêzeran nehatiye dayîn.

Ji parêzerên Ocalan, Newroz Ûysal û Rêzan Sarica piştî 8 salan di 2-22’yê Gulana 2019’an, 12-18’ê Hezîrana 2019’an û 7’ê Tebaxa 2019’an de li gel miwekîlê xwe hevdîtin pêk anîbûn.