Li kargeheke Îsraîlê ya çêkirina moşekan teqînek çêbû

Rojnameyeke îsraîlî ragihand ku di dema testa rûtînî de, teqîneke bihêz li cihê çêkirina tecrûbeyên moşekan a li naverasta Îsraîlê çêbû.

Li kargeheke Îsraîlê ya çêkirina moşekan teqînek çêbû
21 nîsan, 2021   13:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya Haaretz a îsraîlî, duh li kargeha parastina hesan di dema çêkirina testê de li naverasta Îsraîlê teqîneke xurt çêbû û heta niha tu agahiyên li ser ziyanên canî bi dest neketine.

Teqîn di dema "tecrûbeya rûtînî" ya li kargeha Tomar a çekên pêşketî de dihat çêkirin, pêk hat. Ev kargeh jenatorên moşekên bi pêş dixe û tê de gelek cureyên moşekan hene. Rojnameya Haaretz ragihand ku şêniyên herêmê got wan dengê teqînê bihîst û dûman jî dît û wêne kişandin.

Der bare teqînê de, kargeha Tomar eşkere kir ku ev tecrûbe bêyî tu rewşên awarte dîsplînkirî bû.

Tê destnîşankirin ku nivîsgehên Tomar li naverasta Îsraîlê li nêzî cihên niştecihan e û şîrket van moşekan çêdike, da ku artêşa parastina Îsraîlê û sîstema parastina Îsraîlê yên dîtir bi kar bînin.

(fr)