‘Rêxistina navneteweyî şirîkê qûtkirina avê ya li ser 2 milyon kesî ye’

Meclisa kantona Hesekê der barê qutkirina ava stasyona Elok li ser bajêr ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve de daxuyanî da û bang li civaka navneteweyî kir ku yekser mudaxele bike û fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin ku avê careke din berde.

‘Rêxistina navneteweyî şirîkê qûtkirina avê ya li ser 2 milyon kesî ye’
21 nîsan, 2021   13:16
HESEKÊ-BESIL REŞÎD

Ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ava stasyona Elokê li ser şêniyên Hesekê û navçeyên wê dibire. Ji dema bajarê Serêkaniyê dagir kiriye ve, bi dehan caran ava stasyona Elok a li Serêkaniyê li ser bajêr qut kir. A ku rewş aloztir dike ew e ku dewleta Tirk hemwextî belavbûna vîrusa koronayê li herêmê, ava stasyonê qut dike.

Meclisa Kantona Hesekê di daxuyaniya xwe de ev yek destnîşan kir: “Mafên mirovan di hemû qanûn û olan de hatine parastin. Ne diyarî ne lê belê bê cudahî milkê hemû mirovahiyê ye. Nabe kêm bibe yan jî kesek jê bê par bimîne.”

Meclisê da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya çeteyên xwe careke din ava stasyona Elok li ser Hesekê û gundewarê wê, herêma Til Temirê qut kir û diyar kir ku dagirkera Tirk ji dema dagirkirina Serêkaniyê ve vê siyasetê dike.

Meclis di daxuyaniya xwe de wiha nivîsand: “Qutkirina ava stasyona Elok li ser Hesekê, bi xwe sûceke li dijî mirovahiyê ye. Ji ber ku li gel belavbûna vîrusa koronayê û hemwextî hatina havînê, bilindbûna pileyên germahiyê û meha Remazanê hat qutkirin. Ev yek bi awayekî neyînî bandorê li karîna me ji bo girtina tedbîrên xweparastinê dike.“

Meclisê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ev kiryar mîna xaleke şermê li eniya saziyên navneteweyî û rêxistinên ku parastina mafên mirovan îdia dike, ji ber ku bêdeng in û bêdengiya wan diyar dike ku ew pê re şirîk in.

Meclisê di daxuyaniya xwe de bang li civaka navneteweyî û hemû rêxistinên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku mudaxele bikin û fişarê li dewleta Tirk bikin ku careke avê berde û azarên şêniyên Hesekê bi dawî bikin. Yan jî dê kerasteke mirovî rû bide û zêdetirî milyonek û nîv milyon û 500 hezar koçber û penaber bê av bimînin.

Stasyona Elok li rojhilatê Serêkaniyê ye û ji 9`ê Cotmeha 2019`an ve di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ye. Stasyon avê ji zêdetirî milyonek û nîv milyon kes ji şêniyên Hesekê û navçeyên wê, penaber û koçberên ji herêmên cuda yên Sûriyê re û yên di nava kampên Hol, Erîşe û Weşûkanî de peyda dike.

Meclisa Kantona Hesekê beriya du rojan piştî civîna bi Gerînendetiya Avê ya kantonê re, rewşa awarte ragihand.

(şx)

ANHA