Komîteya Kar û Barên Civakî 200 pakêtên xwarinê li Dêrikê belav kirin

Rêveberiya Xweser pakêtên xwarin û madeyên dezenfektekirinê li malbatên hewcedar û yên ku ji ber qedexeya derketina derve karên wan hatine rawestandin, belav kirin.

Komîteya Kar û Barên Civakî 200 pakêtên xwarinê li Dêrikê belav kirin
21 nîsan, 2021   13:55
QAMIŞLO

Komîteya Kar û Barên Civakî bi hevkariya komînan 200 pakêtên xwarin û madeyên paqijkirin û dezenfektekirinê li navçeya Dêrikê ya girêdayî kantona Qamişlo û gundên wê belav kirin.

Ji ber qedexeya derketina derve ya ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa koronayê, malbatên ku debara xwe ya jiyanî li ser karê rojane peyda dikin, zehmetiyên debarê dikşînin, ji ber vê yekê Komîteya Kar û Barên Civakî li Dêrikê navên malbatên hewcedar nivîsandin da ku alîkariyê li wan belav bikin.

/ar/uploads/files/2021/04/21/124803_mylad-lhdw.webp

Ji rêveberên Komîteya Kar û Barên Civakî ya Dêrikê Mîlad Lehdo diyar kir ku mekanîzmeya belavkirinê bi hevkariya komînan e û ev yek li gotina xwe zêde kir:"Ev par wekî beşa yekemîn tê hesêb ku îro tê belavkirin, tê payîn ku beşa duyemîn jî di nava çend rojên pêş de ew ê were belavkirin."

Parên xwarinê ji madeyên xwarinê û dezenfetekirinê pêk tê

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa Koronayê, sibeha roja sêşemê 13-4-2021`ê qedexeya derketina derve ragihand û dê heta pênşema 22-4-2021`ê berdewam bike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8QYlkL3nhO4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>