Li Hesekê alîkarî li hewcedaran hate belavkirin

Komîteya Kar û Barên Civakî ya kantona Hesekê dest bi belavkirina pakêtên xwarinê li malbatên hewcedar kir.

Li Hesekê alîkarî li hewcedaran hate belavkirin
21 nîsan, 2021   09:46
HESEKÊ – HINAR ÎBRAHÎM

Alîkarî di destpêkê de li karkerên ku rojane dixebitin û malbatên hewcedar tê belavkirin ku ji ber biryara qedexeya giştî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebata wan sekiniye.

Berdevkê Komîteya Kar û Barên Civakî ya kantona Hesekê Ebdulrezaq Mihemed têkildarî mijarî wiha axivî: "Me îro pakêtên xwarinê li welatiyên ku ji ber biryara qedexeya giştî nikarin bixebitin, belav kirin.”

/ar/uploads/files/2021/04/21/084412_img_6478.webp

Mihemed wiha domand: "Ev pakêtên xwarinê têra welatiyan heta bi mehan nake, lê alîkariya wan dike ku vê aloziyê derbas bikin."

Mihemed diyar kir ku heke biryara qedexeya giştî were dirêjkirin, derfet heye beşeke din ji alîkariyan belav bikin.

Pakêtên xwarinê bi rêya komînan têne belavkirin.

(bx)

ANHA