Li Qamişloyê rewş bêdeng e

Li bajarê Qamişlo piştî çend saetan ji şer di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û "Dîfaa El-Wetanî" yên girêdayê hikumeta Şamê de, bêdengî heye.

Li Qamişloyê rewş bêdeng e
21 nîsan, 2021   00:01
QAMIŞLO

Duh saet derdora 22:00'an, "Dîfaa El-Wetanî" yên girêdayî hikumeta Şamê êrişî bendeke kotrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a nêzî taxa Tey ya bajarê Qamişlo kirin. Di êrişê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû.

Li ser vê yekê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva êrişa dan û benda kontrolê ya lê ketina taxa Tey ku jê êriş dest pê kir, kontrol kir.

Ji saet 02:00'an ve, li bajar bêdengî heye, car caran dengê guleyên çekên sivik tê bihîstin.

ANHA