Salih Muslim: Êrişên li Qamişloyê lîstokên Rûsya û hikumeta Şamê ne

Salih Muslim da zanîn ku êrişên hêzên girêdayî hikumeta Şamê yên li Qamişloyê, lîstokên Rûsyayê û hikumeta Şamê ne, da ku beriya hilbijartinan dengên xwe zêde bikin.

Salih Muslim: Êrişên li Qamişloyê lîstokên Rûsya û hikumeta Şamê ne
21 nîsan, 2021   08:20
NAVENDA NÛÇEYAN - CÎHAN BÎLGÎN

Hêzên girêdayî hikumeta Şamê ‘Dîfaa El-Wetenî’ duh saet di 22.00`an de li bajarê Qamişloyê ji taxa Teyî êrişî nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişan da. Di encama êrişan de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû. Her wiha şer heya saetên sibehê berdewam kir û Dîfaa El-Wetanî di êrişan de topên RBG bi kar anîn. Niha rewş bê deng e û dem dem dengê çekan tê. 

Têkildarî mijarê, endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, ji ajansa me re axivî.

Salih Muslim destnîşan kir ku armanca van êrişên li ser Hêzên Ewlekariya Hundirîn, xirabkirina aramiyê ye û got: “Bê guman têkiliyên wan çi ji aliyê Rûsan ve bin, çi jî ji aliyê hikumeta Şamê ve, ne cara yekem e û nabe ya dawiyê jî. Bi van tevliheviyan dixwazin di nava gel de bêbaweriyê çêkin ku gel çavtirsandî bikin û ji aliyekî de bibêjin em hene. Êdî tê zanîn ku ew tevliheviyê derdixin, paşê jî Rûsya dikeve navberê ku ev yek bi zanebûn tên kirin û tiştekî bêexlaqî ye.”

Muslim diyar kir ku armanceke van tevliheviyan zêdekirina derxistina dengan di hilbijartinên hikumeta Şamê de ye û wiha domand: “Nêzbûna hilbijartinên hikumeta Şamê jî esasê van tevliheviyan e. Ji bo ku bi wan ve bên girêdan û herin ser sindoqan û dengên xwe zêde bikin. Bi zextan, hesabên hilbijartinan dikin. Bi vê yekê dixwazin propagandaya xwe bikin û bibêjin em bi hêz in. Ev tiştên vala ne. Ev lîstokên hikumeta Şamê û Rûsyayê ne. Rûsya heman tişt li Eyn Îsa û Şehbayê jî kirin. Bi vekişandinê re xwestin tawîzan bigirin. Lê dîsa vegeriyan. Bi van nêzîkatiyan bawerî ne bi Rûsyayê ne jî bi hikumeta Şamê çêdibe û her ku diçe di nav gel de jî namîne. Ev nayê wê wateya ku hêzên me lawaz in."

`GELÊ ME DIVÊ HIŞYAR BE`

Muslim got ev êriş nakevin xizmeta gelê herêmê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Têkiliyên hikumeta Şamê bi dewleta Tirk re jixwe li ser esasê têkbirina aramiyê ne. Her du jî dixwazin bêbawerî li gel Rêveberiya Xweser çêbe û tevliheviyan çêkin. Ev nakevin xizmeta aramiyê. Gelê me divê li dijî van planan hişyar be.”

ANHA