Erebistana Siûdî bang li Îranê kir ku dest bi dan û standinan bike

Riyadê bang li Tehranê kir ku dest bi dan û standinan bike da ku li herêmê alozî dernekeve. Her wiha ji civaka naveteweyî xwest ku peymanên xurttir çêkin da ku Îran çekên nukleerî bi dest nexe.

Erebistana Siûdî bang li Îranê kir ku dest bi dan û standinan bike
21 nîsan, 2021   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Wezîran a Erebistana Siûdî îro diyar kir ku divê Îran bikeve nava dan û standinan da ku li herêmê alozî dernekevin.

Li gel derengxistina dan û standinên nukleerî yên di navbera Îran û hêzên cîhanê de li Viyanayê yên bi armanca vegerandina DYA`yê ji lihevkirina 2015`an a re ya bi Tehranê re, Erebistana Siûdî ev bang kir.

Li gorî ajansaWas a Siûdiyê, Meclisa Wezîran a Erebistana Siûdî bi serokatiya qral Selman got: "Divê civaka navneteweyî bigihêje peymanên bihêztir da ku Îran çekên nukleerî bi dest nexe."

Di 2018'an de Washington bi awayekî yekalî ji peymana nukleerî ya bi Îranê re vekişiyabû.

 (dx)