Telet Yûnis: Divê qedexeya giştî were dirêjkirin

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê û endamê Şaneya Aloziyê Telet Yûnis got divê qedexeya derketina derve ya giştî were dirêjkirin.

Telet Yûnis: Divê qedexeya giştî were dirêjkirin
21 nîsan, 2021   06:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Yûnis bi rêya telefonê ji ANHA`ê re diyar kir ku qedexeyê rolek di kêmkirina hejmara pêketiyên pêla sêyemîn a vîrusa Koronayê (Covid-19) de lîst û got: “Ji ber ku ev pêl bi lez belav dibe, qedexeyê roleke erênî lîst ku nehişt belavbûna vîrusê ji bin kontrolê derkeve.”

Yûnis diyar kir ku ne ji biryarê bûya, hejmara pêketî û miriyan dê du qat bûya û wiha domand: "Lewra divê girtekên pêwîst werin girtin, di nav de dirêjkirina qedexeyê.”

Yûnis bang li şêniyan kir ku tedbîran bigirin, ji ber ku ev vîrus li ser hemû endamên malbatê xetere ye û destnîşan kir ku encamên qedexeya giştî gelekî erênî bûn û got: “Ji ber wê, divê qedexe were dirêjkirin da ku jiyan û tenduristiya gel were parastin.”

(şx)

ANHA